ji zaxo ve
xoza li xweliya xwe werbûyî
dil pêleke mend ji xabûrî
bê 'pasport' sînoran dibezîne
li jêr û jorî
di xwezîkên saregerm de dilezîne
beza xwe ya bo dûkela li dû şewatê mayî
hindî zaxo delal e mirin di havîtiya xozayî
deng nizim dibim li ber bêdengiya sil
di romana "Asingerê Kor" a Kovan Sindî da ez rastî peyva "paşvak" hatim. Di maneya "reflaction" de ye.
OMER DILSOZ retweeted
'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de
Nivîs: @GWizeresH
Xwendin: #BawerYoyler
Ji bo guhdarîkirinê:
⬇️
youtube.com/watch?v=2LTbMa-I…
diyarbûn reftarek hebûnê ye; pirs ev e, li dû kê, li dev kê, li pişt kê, di nav kîjan refê, li dijî kê xuya bikî...
OMER DILSOZ retweeted
em, bi zimanekî dinivîsin, bazara wî tune. di kerika guhê me de belkî xebrûşkek e ji zemanê zemanan ji me re maye, belkî jî ‘fantazîyek’ e ku em hewl didin pê “wê valahiya navbirka risteyan” pê dagirin.
diyarname.com/nivis/'valahiy…
@GWizeresH
ji Serzêrî ve Gare çi spehî ye;
bûkek serbixêlî bi pakiya berfê xemilî
çiya û çel xul bûye bi ser geliyên bêbinî
şev
te dibe hembêza xewnên çirr
rexek te di serma serhedê tawî
rexek te ji çiriya paşîn pê da bi baskefir
rexek te peşkek befir
li rêyên dûr û deraz de dorgerek bêdawî
14
522
yuksekovahaber.com.tr/yazi/m…
Dewama nivîsê: gelo em ji Şamê hatine?
4
278
OMER DILSOZ retweeted
em ji xwe re dijîn. em hemû li dû bayê xwe ne. “huner”, “edebiyat”, “spor” di vê jiyana ‘jixwere’ û ‘bixwere’ de tenê valahiya navbirka “risteya heyatê” ne.
Dewama nivîsê:
⬇️
diyarname.com/nivis/'valahiy…
@GWizeresH





